Ji NADA’yê Leyla Camia: Xeza ne bi tenê ye
Endama NADA’yê Leyla Camiya ya ji Somaliyê tekez kir ku Hevpeymana Jinan a NADA’yê ne tenê weke helwestek e, weke berxwedana jinan a ku têkoşîna xwe ji bo parastina mafên mirovan li tevahî cîhanê didomîne ye.
MALVA MUHEMED
Navenda Nûçeyan – Her ku dorpêça li ser Zîvala Xezayê berdewam dike, însiyatîfên jinan û li cîhanê ji bo şikandina êrîş û dorpêçê, gihandina peyama hevgirtina mirovî û siyasî û bilindkirina dengê Filistîniyan li cîhanê zêde dibe. Di nava van însiyatîfan de Fîloya Madeleine û Fîloya Berxwedanê ya cîhanî hene. Ev fîlo ji Spanyayê derket, di gelek benderên Ewropayê re derbas bû û çalakvanên neteweyên cuda girtin nava xwe.
Fîloya Berxwedanê ya cîhanî ku gihîştiye Tûnisê û gelek caran bûye hedef, ji şaneyên jin û çalakvanên gelêrî yên ji Amerîkaya Latîn, Afrîkaya başûr û Asyayê pêk tê. Armanca wê ew e ku zextê li hikûmetan bike ji bo deriyên sînor vekin û alîkariyê bigihîjînin gelê Xezayê ku 23 meh in di bin dorpêçê de dimînin.
Di vê çarçoveyê de Hevpeymana Jinên Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) piştevaniya xwe ji bo fîloya keştiyan ragihand û da zanîn ku hevgirtina bi Xezayê re domandina têkoşîna jinan li herêmê û redkirina bêdengî û paşguhkirinê ye.
Ji bo balkişandina ser kampanyaya dîjîtal a ku ji hêla Hevpeymaniyê ve hatiye destpêkirin, vîdyoyên endamên jin ên hevpeymaniyê yên ku piştgiriya xwe ji bo her du filoyan diyar dikin tê de hene û ji bo nîqaşkirina motîvasyonên li pişt vê tevgerê, armancên wê û peyamên wê yên siyasî û mirovî, ajansa me bi çalakvana mafên jinan û her wiha endama NADA’yê Somaliyê Leyla Camia re hevpeyvînek taybet amade kir.
*Sedem çi ye ku Hevpeymana Nada’yê peyamek hevgirtinê ya berfireh bi Xezayê re bide destpêkirin? Çima girîng e ku jin pêşengiyê ji vê hevgirtinê re bikin?
Tiştê ku me di Hevpeymana NADA’yê de hewl da ew bû ku em beyamê bidin ku em bi her dîmenek bombebaranê û bi her hêstira ji çavên dayikek Filistînî dirije re êşê dikşînin e. Em bêdengiyê weke xiyanet dibînin û dibêjin ku hevgirtin ne vebijarkek e, erkeke exlaqî û siyasî ye. Me dengê xwe bilind kir ku diyar bikin Xeza ne bi tenê ye û Filistîn di wijdanê jinên herêmê û cîhanê de ye. Doza Filistînê ne pirsgirêkek bi tenê ye, neynikek e ku edaleta hemû sedeman nîşan dide. Ger em berpirsyariya xwe ya ji bo Filistînê bi cih neynin, em ê mirovahiya xwe jî winda dikin.
Jinên li Xezayê du qat êşê dikşînin. Ji aliyekî ve ew bi şer re têdikoşin û ji aliyê din ve jî bi barê jiyanê re rûbirû ne. Em dixwazin hevgirtina me dirêjkirina têkoşîn, berxwedan û hêza wan be, ji ber ku jinên Filistînî bûne semboleke cîhanî ya berxwedan û sebrê û ew nayên bêdengkirin.
*Hûn têkiliya di navbera têkoşîna jinan a herêmî û cîhanî de çawa dibînin?
Têkoşîna me ya jinan ne pirsgirêkek herêmî ye tevgerek e ji bo azadî û rûmetê li her derê ye. Dema ku dengê jinan ji Mogadîşû heta Tûnisê, ji Xezayê heta New Yorkê dibe yek, hêzek çêdibe ku nayê paşguhkirin an jî kêm nirxandin. Em bi gotinan razî nabin; em hêrsa jinan vediguherînin çalakiyên siyasî yên ku zextê li hikûmetan dikin û sûcan li ber saziyên navneteweyî eşkere dikin. Em eniyeke gerdûnî ava dikin ku dibêje Filistîn ne pirsgirêkek duyemîn e, pirsgirêkek esasî ye di têkoşîna me ya ji bo edaletê de.
*Ev tevger çi peyamê digire nava xwe? Gelo di navbera Hevpeymana Nada û rêxistinên din ên navneteweyî de ji bo piştgiriya van konvoyan hevahengî heye? Gelo kampanyayên dîjîtal bandorek berbiçav dikin?
Peyamên me bê bersiv namînin û em qebûl nakin ku dengê Filistînê di bin xirbeyên şer de were veşartin. Ji civaka navneteweyî tê xwestin ku berpirsiyariyên bigire ser xwe û dîrok dê li hemberî kesên ku dema Xeza tê bombebarankirin tenê temaşe dikin rehmê neke. Bêdengiya hikûmetan dê rê li ber me jinan negire, em ê her dem dengê xwe bilind bikin. Her wiha hevgirtin dê berdewam bike heya ku veguhere hêzeke siyasî ya nayê paşguhkirin.
Li tevahî cîhanê bi torên jinan û rêxistinên mafên mirovan re hevahengiyek berfireh heye. Kampanyayên me yên dîjîtal astengiya medyayê şikandin û sûc eşkere kirin. Em bandora wan li kolanan, di xwepêşandanan û di nîqaşên di nava parlamentoyê de dibînin. Lê em dixwazin bêtir bikin, dixwazin kampanya ji bo hemû zimanên cîhanê werin wergerandin. Em dixwazin wêne û şahidiyên zindî ji dilê Xezayê bigihîjînin her malê û cîhana dîjîtal veguherînin qadeke têkoşînê ya rastîn ku êrîşkar tevlihev dike û zextê li ser biryarderan dike.
*Gavên din ên Hevpeymana NADA’yê ji bo piştgiriya bi doza Filistînê re çi ne?
Em ê li gelek welatan çalakiyên meydanî û civînên navneteweyî li dar bixin ku dengên jinan ji cîhanê bînin cem hev. Her wiha em ê li ser kampanyayên piştgiriya ji bo jinên li Xezayê bixebitin û em ê di raporên ji bo saziyên navneteweyî de cih bidin şahidiyên wan. Peyama me ew e ku doza Filistînê dê di dilê têkoşîna me de bimîne û em ê bixebitin da ku hevgirtinê veguherînin hêzeke siyasî ku cudahiyek rastîn çêbike.
Em di Hevpeymana NADA’yê de tekez dikin ku doza Filistînê bingeha pirsgirêkên me ye û li hemberî êşa jinên li herêma xwe bêdeng namînin. Em dengê xwe li dijî koçberkirina jinan li Sûdanê, li dijî cezayên îdamê yên li dijî jinên Îranî, li dijî binpêkirinên rojane li Iraqê, li gel jinên Sûriyeyê yên ku bi desthilatdariya cîhadîst re rûbirû ne û li gel jinên Somaliyê yên ku tevî xizanî û dûrxistinê têkoşîna xwe berdewam dikin, bilind dikin.
Peyama me ya bi Xezayê re peyama hemû jinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye. Hevpeymana NADA’yê tu carî li hemberî bêmafiyan bêdengiyê napejirîne. Em li dijî zilm, şer û binpêkirina rûmeta jinan û mirovan bi hevgirtî dengê xwe bilind dikin.